Serdozgerîya Komarî ya Enqerê di derheqê 82 kesan de biryara desteserkirinê dabû û ji vana 20 kes hatin desteserkirin û di nav vana de jî 17 kes hatin girtin.
Di nav van 17 kesîan da Hevserokê Şaredarîya Qersê Ayhan Bîlgen gava di bin çav de bû istifaya xwe ragihandbû. Piştî wî jî ser şaredarîya Qersê de qayûm hate danîn.
Di 31 Adara 2019 an de li Tirkiyê hilbijardin gava hat çêkirin HDP'ê 65 şaredarî qezenç kirbûn. Ji vana 6 şaredarî ji alîyê Desteya Hilbijardina Bilind (YSK) ji destê HDP hatin girtin û bi tevahî li ser 49 şaredarîyan qayûm hatin danîn. Niha di destê HDP’ê de bes 6 şaredarî mane û di nav van de jî 4'ê ji wan navçene û 2 jî bajarok in.
Parlementer û peyvdara HDP'ê Ebrû Gunay him girtina 17 endamên HDP û him jî êrîşên ku li ser HDP tên çêkirin wek dijayetîya ser Kurdan nîşan da. Gunay armanca vê operasyonê jî wiha ragihand:
"Li ser partîya me operasyoneke tolhihdanê tê meşandin. 20 havalên me bi rojan di emnîyetê de û 24 saet jî di dadweriyê da hatin rawestandin û 17 kes hatin girtin. Bila desthilatî baş bizanibe ku emê ji rêya xwe venegerin."
Gunay li ser hewiladanê HDP’ê yên dahatû jî sekinî û got: "Li ser me her çiqas êrîş dibe bila bibe emê li ser doza xwe ranewestin. Di rojên pêşîya me de emê him bertekên xwe û him jî çalakîyên xwe bidomînin."