Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerefxan Cizirî: Rêxistinên Kurdan Wan Fêrî Tirkî Dikin


Di 15'ê Gulanê sala 1932'an de di bin serperiştîya Celadet Alî Bedîrxan de li Şamê rojnameya Hawar bi tîpên Latînî cara yekê dest bi weşana xwe kir.

Ev roj sala 2006 an vir de ji alîyên Kurdan ve wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tête pîroz kirin.

Zimanê Kurdî di nav zimanê dinyayê de cîyekî girîng bigre jî lê li ber çawsandin û asîmîlekirina sîyaseta dewletan di nav hin alozîya de ye. Ev kêşeyaniha herî zêde li Tirkîyê û herêma Kurdan berdewam dikin.

Wan pirsgirêkan Serokê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizirî gava dinirxîne sedema kêşeyan wiha dîyar dike:

“Berî her tiştî dabeşbûna Kurdistanê bandoreke ne baş li ser zimanê Kurdî daye. Her dewletekê sîyasetek li ser Kurdan û zimanê Kurdan birêve birîye û hemû dewletan jî xwastîye ku zimanê Kurdî biçewsînin û ji holê rakin. Lê mixabîn aniha li Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistan rêxistinên Kurdan jî Tirkî fêrî Kurdan dikin. Ev jî xetereya herî mezin e.”

Roja Cejna Zimanê Kurdî bivê nevê Kurdan di hin warê Kurdî de haydar dike. Cizirî vê yekê jî dema dinîrxîne balê dikşîne ser berdewamîya zimanê Kurdî:

“Cejna Zimanê Kurdî helbet girînge, lê bi tena serê xwe kêşa Kurdî çareser nake. Bi ya min pêwîst dike ku her roj bibe roja zimanê Kurdî. Jibo ku heke Kurdî di karê rojane de, di nav sîyasetê de, li her derî de were qisekirin ew dem pêş dikeve.”

Li gorî Cizirî hin krîter lazimin ku werin pêşîya zimanê Kurdî. Vê yekê jî Cizirî wiha vedibêje:

“Hin pîvan pêwîst dikin. Partîyê Kurdan heke yên ku Kurdî nizanin bila nekin serokê/a partîyê nekin parlementer, nekin serokên şaredarîyê an jî serokê/a bajaran. Ev yek bi ya min dê Kurdî bike nîrxeke mezin.”

ED_05_15_2020_Şerefxan_Cizirî.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:24 0:00


XS
SM
MD
LG