Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakîya jibo Edaletê ya Malbata Şenyaşar 200 Roj In Didome


Emine Senyasar
Emine Senyasar

Di prosa hilbjartina 2018an de li navça Sirûca Ruhayê di navbera malbata Şenyaşar û namzedê Partîya dad û Geşepêdanê (AKP) pevçunek çekdarî de Cemal, Adil, Esved Şenyaşar û Mehmet Şah Yildiz hatin kuştin, 8 kes birîndar bû. Cemal û Mehmet Şah li dikana Şenyaşaran, Esved û Adil li nexweşxanê di êrîşa xizmên parlamenterên AKPê hatin kuştin.

Doza ku li ser kuştina Cemal û Mehmet Şah de biryar derket û ji kuştina Mehmet Şah û birîndarkirina 8 kesan cezayê hetahetayê li Fadil Şenyaşar hat birîn. Enver Yildiz jî wek ku di bin tahrîkê de bûbe sedama kuştina Cemal Şenyaşar 12 sal ceza lê hate birîn.

''Em edaletê dixwazin, bila kurê min ê hepsê berdin, tu sûcek zarûkê min tunebûn, wan kuştin, koza min belav kirin, ez mam bê malbat...'' got Emîne.

Lê lêpirsîna êrîşa ser nexweşxanê sê sal in temam nebûye û biryara nepen dane ser dosyeyê.

Emîne Şenyaşar, hevjîna esved û dayika Cemal û Adil û Fadil e, bi kurê xwe Ferît re 200 roj berê li pêş avahîya Edlîya Ruhayê dest bi çalakîya rûniştinê kir bi dexwaza edalet pêk were.

Xizmên parlamenter, hevjînê wê Esved û kurê wê Adil li nexweşxanê li ber çavê wê bi hovane kuştine. Lê heta neha tu kesek ji kuştina wan nehatîye girtin.

Heta neha 8 dozger, 3 serdozgerên ku lêpirsinê birêvedibirin hatin guhertin, di nav 6 mehan de Emîne û Ferît jiber çalakîya xwe 5 caran ahtin desteserkirin, cezayê pere li wan hate birîn. Parlamenter Yildiz li Emine doz vekir bi îdaya ku lê heqaret kirîye. Dozger heta 4 salan cezayê zindanê ji Emine re dixwaze û doza wê di 12ê Mijdarê de destpêdike.

''Ez dixwazim edaletê bînim lê li feqîr û fiqareyan zilmê dikin...''

Ferît jî da zanîn çalakîya wan ne tenê jibo doza kuştina bav û birayê wî ye, ew heman demê de tekoşina edaletê jî didin.

XS
SM
MD
LG