Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Seranser Tirkîyê Şewatên Daristanan Didomin


Di nav sê rojan de li Tirkîye, li 21 bajaran 71 daristan şewitîn û li 14 daristanan de şewat hin didomin.

Li bajarokê Manavgat ya Antalya û bajarokê Marmarîs ya Muglayê taybet li gundan zîyaneke mezin heye.

Li gorî daxuyanîyên Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemîrlî, di encama şewata daristanan de 4 kes mirin, 183 kes birîndar bûn, 15 kes nexweşxaneyan tên derman kirin.

Di encama şewatê de, 6 hezar dekar zevî şewitîn, 150 dewar, 1000 pez mirar bûn.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ragihand ku dozger lêpirsîna sedema şewata daristanan dikin.

Li gor daxuyanîyên fermî her sal li Tirkîye nêzî 10 hezar hektar daristan dişewitin.

Rêvebirîya Giştî ya Daristanan jî da zanîn di sala 202an de 3 hezar û 413 şewatên daristanan rû dan û 21 hezar hektar daristan şewitîn.

Îhmal û qeza sedemên serekî yên şewata daristanan e.

Nûnerê Weqfa TEMA li Amedê, Necatî Pîrînççîoglu ku mamosteyê Zanîngeha Dîcle ye, şewata daristanan dişibîne şewata kezebê.

“Taybetî li darisitanên li deverên behrê şopên berjewendîya bazirganî hene û gelek caran daristan jibo avakirina otel an xanîyên turistan, bi zanabûn tê şewitandin,” Pîrînççîoglu dibêje.

Ew herwiha bal dikşîne ku belku mirovan ew şewat derxistibin. “Carna dema mirov diçin pîknîkê yan seyranê bi baldarî tevnagerin û dibin sedema şewatan.”

Wî da zanîn di qanûnên Tirkîyê de hin valahî hene ku piştî şewatê li cîyê arazîyen daristanan avahi dikarin werin ava kirin.

''Desthilatî û opozîsyon dikarin zagon derxin û qedexe bikin da ku cîyê daristanan ji avakirinê re venebin. Ger qanûn derxin, dikarin pêşî li % 70'ê şewata daristanan yên deverên turistîkî bigirin. Helbet bandora germbûna îqlim (klîma) jî heye lê jibo hişmendîya jibo xwezayê divê çalakîyan zêde bibin.''

Pirinçioglu li ser şewatên li daristanên bajarên Kurdan jî dibêje ku gelek caran sedema bingehîn şewitandina pirêzeyan e û vekirina mêrg û merayan in.''

Wî got ku sazîya wan TEMA, ku jibo parastina av, ax, jîngeh û daristanan hatiye ava kirin, ti cudatîyê naxe nav herêman.

“Dema agir bi daristana Cudîyê bikeve, ew bandora xwe li hemî jîngehê dike, li Manvgatê jî dike li Marmarîsê jî. Di wan şewatan de xweza zararê dibîne û û xweza jî sînoran qebûl nake.''

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:54 0:00

XS
SM
MD
LG