Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Şêxmus Sefer ji Nexweşîya Covid-19 Ketiye


Di dema korona de kolanên bajarê Amedê
Di dema korona de kolanên bajarê Amedê

Nivîskar Şexmûs Sefer ragihand ku ew berî çend hefteyan bi nexweşîya Covid 19 ketiye.

Sefer ku serokê berê yê PEN’a Kurd bû, pêşî li malê hatiye derman kirin, lê piştî ku rewşa wî giran bûye, ew ji nexweşxanê re hatiye rakirin.

Şêxmûs Sefer
Şêxmûs Sefer

Ew neh roj li nexweşxanê hatiye derman kirin û dû re bi başbûna rewşa wî ji malê re hatiye şandin.

Sefer ji Dengê Amerîka re qala rewşa saxlemîya xwe dike û çavderîyên xwe yên rojên nexweşxaneyê bi bîr tîne.

Ew îdia dike ku dewlet agahîyên rast bi gel re parve nake û ew jî di warê tedbîrgirtinê de dibe sedema xemsarîya hemwelatîyan.

''Tenê li Amed, Batman û Mêrdînê hejmara pêketîyên korona ji hejmarên ku dewlet radigihîne pirtir in. Divê herkes jibo parastina xwe guh bidin pêşnîyaz û hişyarîyên pisporên saxlemîyê.”

KHF_08_11_2020_Şexmûs Sefer_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:55 0:00

XS
SM
MD
LG