Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çelengên Kobanê jibo Malbatên Hewcedar Alîkarî Dicivînin


Navenda bajarê Kobanê
Navenda bajarê Kobanê

Çelengên Kobanê komeke çalakvanên keçên Kobanî ne ku ji Ewrupa alîkarî dişînin bajarê xwe Kobanê.

Komeke keçên Kobanî jibo pêşkeşkirina alîkarî ji malbatên xizan re malperek ava kiriye û heta niha 5 hezar keç tev li malperê bûne.

Şîrîn Şihab ku damezrenêra vê projeyê ye û li Almanya dijî, ji Dengê Amerîka re got ku wê dixwest alîkarî ji welatê xwe re pêşkeş bike.

“Di destpêkê de wek grubeke malbatî destpê kir û hêdî hêdî mezin bû û her kes li gor kanîna xwe peran pêşkeş dike.”

Şîrîn eşkere dike ku ta niha endamên komê gîşkî pere nadin û yêndidin ji 5 heta 10 Euro didin û piştî hinek pere kom dibin ew dişînin Kobanê.

Ew herwiha dide zanîn ku ta niha ti rêxistin alîkarîya wan nake û dahata pereyan tenê endamên komê ye.

Li Kobanê çend çalakvanên keç peran werdigrin û pê pêdivîytên malan dikirin û li ser malbatên xizan digerin ku li gor hewcedarîyên wan pêşkeş bikin.

Çalakvan Nesrîn Alî dide zanîn ku niha meha Ramazanê ye loma ew xwarinê pirtir pêşkeş dikin. “Em girîngî didin malbatên sêwîyan, malbatên ku nexweşên wan hebin û yên ku dahata wan tunebe.”

Heta niha Çelengên Kobanê bi dehan malbat re bûne alîkar û ew hêvî dikin ku di siberojê de hin rêxistin alîkarîya wan bikin ku ew kanibin pirtir alîkarîya ji gelê Kobanê bikin.

4_22_2021_Çelengên Kobanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00

XS
SM
MD
LG