Bi dehan xwepêşander li Tel Avîvê ji layê polîsên Îsraîlî ve hatine girtin.
Xwepêşanderan daxwaza reformên civakî dikir û nerazîbûna xwe diyar dikir beramberî giranîya kirê û buhayê xaniyan.
Karbidest dibêjin ku xwepêşanderan şerê polîsan kirin û hêrişa bankan kirin û rêk giritn.Li sala bihurî, bi hezaran xwepêşander hatine ser şeqamên Îsraîlê û li seranserê welatî kampên bi xîvetan ava kirin di bizaveka mezin de jibo reformên aborî û civakî ku jibo hikûmeta Îsraîlî gaveke çaverênekirî bû.
Jimareka mezin ya Îsraîliyan di wê bawerê de ne ku reformên pêdivî nehatîne kirin.