Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor roja Pêncşemê got tundûtîjî bûne egera ragirtina bizavên wê bo raguhestina birîndarên sivîl yên li bajarê Hums asê bûne.

Peyvdareka ICRC, Rabab al- Riafaî got tîma wê rêkxistîyê xwest biçe devera Hamîdîye ya bi giranî keftîye ber şerî, lê piştî bihîstina dengê nêzîk yê tifengan neçar man vegerin. Wê got endamên tîmê bizavê diken bi desthilatdaran û rikeberan re pêwendîyê biken. Wî pevdarê got tîma wan dê hewil bide carek din biçe Hamîdîye.

Xaça Sor ya Navneteweyî roja Çarşemê ragehand ew amade ye kesên birîndar û asêbûyî li bajarê Hums derxe. Wê dazanîn serbazên hikûmetê û hêzên opozisyonê razî bûn bi awayek demkî şer rawestînin bo hindê grûpa wan bikare karê raguhestinê encamp bide û dawûdermanên gelek pêdivî bigehîne hemwelatîyan.Lê belê, bizavkaran gotin roja Pêncşemê du kes hatin kuştin demê serbazên hikûmetê bajar girtin ber topan.

Ji layek din ve, roja Pêncşemê Urdunê mafî penaberîya sîyasî da firokevanê Sûrî Hesen al-Hamade, yê bi firokeyek şerker li demê meşqê leşkerî revîya Urdunê. Hikûmeta Sûrî ew firokevan bi xayîn daye nasandin û daxwaz ji karbidestên Urdunê kirîye firokeya wî ervandî bo Sûrîyê paşde vegêrit.