Çalakvanên Sûrîyê dibêjin 26 mîlîtanên Şebîha yên ser bi hikûmetê di kemînekê de li parêzgeha Helebê hatine kuştin.

Medya hikûmeta Sûrîyê jî bal kişand ser heman bûyerê û ragihand ku bi kêmanî 25 kes ji alîyê terorîstên çekdar li heman herêma derveyî Helebê hatin kuştin.

Çavdêrîyê nikarîbû piştrast bike ka ev kesên kuştine sivîl in, wekî medya dewletê radigihîne, yan Şebîha ne ku êrîşên kujer yên meha dawî dikevin ser milên wan.

Komela mafên mirovan herwiha ragihand ku pevçûnên nû roja Înê navbera leşkerên hikûmetê û serhildayan li bajarê Humsê pêk hatin, cihê ku tê bawer kirin bi sedan kesên sivîl têde asê mane.

Li alîyekî din ve, Neteweyên Yekbûyî dibêje ku nuha nêzîkî milyon û nîvek hemwelatîyên Sûrî hene pêdivîya wan bi alîkarîya mirovahî heye li dema ku rewş li Sûrîyê têk diçe.

Destpêka vê mehê, NY gihişte rêkeftinekê ligel hikûmeta Sûrîyê ku zincîreke navendên mirovahî ava bike jibo gihandina alîkarîyê bo jimara sivîlên ku pêwîstîya wan bi parastinê heye. Lê rêxistina navnetewî got, wê nikarîbû xwe gihandiba wan cihan jiber tundûtûjîya zêdebûyî, ku li çend deverên di dest serhildayan de roja Înê berdewam bû.

Di heman demê de, nûnerê NY bo Sûrîyê dibêje dem hatiye welatên cîhanê asta fişaran ser hikûmet û opozisyona Sûrîyê bilind bikin jibo daw anîna tundûtûjîya li welat.

Kofî Annan roja Înê li Jinêvê gote rojnamevanan ku divê welatên bi bandor ligel hikûmetê û opozisyonê bi axivin da kuştinê rawestînin û dest bi danûstandinan bikin.