Serokê Sûrî Beşa Esed gote hikumeta xwe ya nuh ku welat di şerî deye û hemu sîyset û dezgehên hikumetê dê giranîyê danin ser serkeftinê di wî şerî de. Li heman dem, Di raportekê de roja Çarşemê hatî weşandin, encûmena Mafên Mirovan ya N.Y. ragihand ku rewşa Sûrîyê bi şêweyeke xeter û bilez xirab dibe. Li gor raporta lêvekolên N.Y., belgeh hene derbarê zêdegavîyan liser mafê mirovan ji layê herdû alîyan ve, lê belê tundûtûjîya hêzên hikumeta Sûrî ve gehiştine astekî xeter.
Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka birêveberê ofîsa Mafê Mirovan ya Encumena Niştimanîya Sûrî got, gotina Esed nîşaneke ku kontirol ji dest derketîye. Wî got jî wek encumen wan daxwaz ji hêzên çekdar kirîye mafên mirovan pêşêl nekin.