Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Layla Zana: Birînên Kurdan Vekirîne


Parlamentera Dîyarbekirê ya serbixwe Leyla Zana, roja Yekşemê derbarê hevdîtina bi serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan re, li parlamentoyê civîna çapamenîyê lidarxist. Leyla Zana da zanîn ku di hevdîtinê de ji Serokwezîr re qala girîngîya Protokolên Osloyê kiriye da ku jibo aşitiyê carek din muzakereyan bidin destpêkirin.

Sîyasetvana Kurd destnîşan kir ku jibo rêbere Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan jî hepsa malê û perwerdehîya bi zimanê Kurdî jî mijarên sereke yên hevdîtinê bûne.

Leyla Zana got ji serokwezîr re anîye ziman ku birînên kurdan vekirîne û hêjî xwînî dibin, jiber vê yekê jî daxwaza dewletê ya ji PKK ku “bila çekan deynin, dê operasyon rawestin” jî ne dexwazeke rast e.

Zana dîyar kir ew bi hêvîye ku ev hevdîtin dê hizmetê bike jibo pengava muzakereyan ku hatibû qutkirin. Parlamentera Dîyarbekirê ya Serbixwe Leyla Zana destnîşan kir pişti hevditinê daxuyanîyên Serokwezir hêvî dide ku jibo dîyalogê ew xwedî helwesteka jidil e. Leyla Zana jiber helwesta Serokwezîr Erdogan spasiyê xwe kir.

Ji alîyê dinê va Hevserokê BDP Selahattîn Demritaş jî di hema saetê da, li Dîyarbekirêdi civineke çapameniyê de got “inşallah encama vê hevditinê bixêr be. Jidilbûna vê hevditinê, bi nêzikatiya protokolên İmrali û Osloyê dê derkevin holê. Em hêvî dikin ku serokwezir bi dil tevbigere jiber ku ev demekî dirêj e hêza çareserkirinê di destê wî da ye. Politikayên serokwezir dê encama van hewildanan diyar bike."
XS
SM
MD
LG