Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El-Erebî Daxwaza Yekrêzîya Opozisyona Sûrî Dike


Nebîl El Erebî.
Nebîl El Erebî.
Rêberê Komkara Welatên Ereb roja Duşemê li Qahîre daxwaza yekrêzîya opozisyona Sûrîye kir.

Sekretêrê Giştî yê Komkara Welatên Ereb Nebîl El-Erebî gotarek pêşkeşî 250 endamên opozisyona Sûrî kir, di bizavekê de jibo handana komelên opozisyona Sûrî ku helwêsteke yekgirtî rabigihînin.

Komkara Welatên Ereb mêvandarîya komelên opozisyona Sûrî dike jibo encamdana gotûbêjan li ser planeka nû ya navneteweyî ya taybet bi alozîyên Sûrîyê.

Roja Yekşemê Encûmena Niştîmanî ya Sûrî plana Neteweyên Yekbûyî red kir jibo veguhastina desthilayê bi rêyên sîyasî li Sûrîyê.

Opozisyonê herwiha beşdarîkirin li rêkeftineke beşkirina desthilatê ligel Serokê Sûrî Beşar El Esed red kir.

Peyvdara Encûmena Niştîmanî ya Sûrî, Besme Qudmanî, roja Yekşemê got ku gelê Sûrî beşdarîyê li tu rêkeftinên sîyasî nake dema kuştin berdewam e.
XS
SM
MD
LG