Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mood: Dê Çavdêrên N.Y. li Sûrîyê Karê Xwe Biguherin


General Robert Mood
General Robert Mood
Serekê tîma çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê dibêje tundûtûjî li welat gihiştiye astên ji berê gelekî bilindtir, û divê di zûtirîn dem de agirbest were pêkanîn da tîma çavdêrên bêçek karibin karê xwe destpê bikin.
General Robert Mood roja Pêncşemê li Şamê gote rojnamevanan ku dem hatiye belavkirina tîmê rawestînin û Civata Ewlekarîya N.Y. dê biryarekê derbarê paşeroja tîmê li roj û hefteyên bê bide.
Mood dibêje ku Civata Ewlekarîyê çi biryarê bide, divê civaka navneteweyî berpirsîya xwe ya moralî û siyasî hember gelê Sûrîyê berdewam bibe. Wî got, dê yekcar kêşeya gelê Sûrîyê paşguh nexin.
Birêz Mood karê xwe li 16ê meha şeşan rawestand ji ber rîska ser ewlekarîya 300 çavdêrên li Sûrîyê. N.Y. got ku êrîşbiran tîma çavdêr çend caran bi gule û bombeyan kirin armanc.
Çaverê tê kirin krîzaya Sûrîyê roja Pêncşemê babeta sereke be dema kombûna wezîrên derve yên Fransa û Tirkîyê li Parîsê ligel kombûneke wek wê navbera wezîrên derve yên Almanya û Rûsya li Moskoyê.
XS
SM
MD
LG