Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalekî Payebilind ji Artêşa Sûrîyê Vediqete


Generalekî bilind yê Sûrîyê ku nêzîkî Serok Beşar Esed bû, tê bawer kirin ku veqetîya ye û nuha li Tirkîyê ye, di yeke ji xetertirîn tevger de dijî rejîma Esed.
Sîpan Hesen endamê komeleya Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan gote Dengê Amerîka ku grûba wî ya çalak ji rojnamevan û jêderên ewlekarîyê li Sûrîyê bihîstiye ku Menaf Tlas dev ji welat berdaye.
Tlas wekî efserekî general di Pasvanên Komarî yên Esed de xizmet kiriye. Ew kurê wezîrê berê yê berevanîyê ye, Mistefa Tlas.
Sîpan Hesen got, tê çaverê kirin ku Tlas di rojên bê de bi fermî veqetîna xwe ragihîne. Çalakvanî herwiha got, Kolonêl Riyad al-Esaad yê Artêşa Azad ya Sûrî roja Pêncşemê ragihand ku Tlas nuha li Tirkîyê ye.
Tirkîyê hîn piştrast nekiriye ku Tlas li ser erda wê ye.
Jêderên nûyeçan yên Rojava û Rojhilata Navîn, ligel hêzên opozisyonê jî, nûçeya veqetîna General raport kirine.
Hesen got, veqetîna efserekî payebilind, wekî Tlas, ji artêşa Sûrîyê tiştekî mezin e û reng e bibe destpêka dawîyê jibo hikûmeta Sûrîyê.
Li gorî ajansa Associated Press, General Tlas nuha diçe Parîsê da ku di Konferansa Hevalên Gelê Sûrîyê de beşdar bibe.
Amerîka û nûnerên nêzîkî 100 welatên din îro li paytexta Fransayê kom dibin jibo giftûgokirina rewşa Sûrîyê, li dema ku Rûsya û Çîn li vê kombûnê amade nebûne.
XS
SM
MD
LG