Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kofî Annan Çû Îranê


Annan û Salihî di konferansa rojnamevanî li Tehranê, Sêşem, 10'ê Tîrmeh a 2012.
Annan û Salihî di konferansa rojnamevanî li Tehranê, Sêşem, 10'ê Tîrmeh a 2012.
Nûnerê navneteweyî Kofî Annan dibêje ku qeyrana Sûrîyê dibe karesat, eger nehête çareserkirin.

Li bizavên xwe jibo bi dawî anîna tundûtûjîya li Sûrîyê, Annan roja Sêşemê li Tehranê bi wezîrê derve yê Îranê Alî Akbar Salihî re kom bû. Îran hevalbenda serekî ya Sûrîyê ye.

Annan got ku hikûmeta Îranê hevkarîya bizavên wî dike û ji Tehranê xwest ku berdewam be li hevkarîya wî jibo vedîtina çareserîyeke aştîyane bo qeyrana Sûrîyê.

Sekretêrê berê yê Neteweyên Yekgirtî roja Duşemê li Şamê bi serokê Sûrî Beşar El Esed re civîya.
XS
SM
MD
LG