Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bersivên Derbarê Komkujîya Trêmsê li Sûrîyê Berdewam in


Termên gorîyên komkujîya Trêmsê
Termên gorîyên komkujîya Trêmsê
Hikûmeta Sûrîyê roja Şemîyê red kir ku wê tank û helicopter bikar anîye jibo êrîşa li ser Gundê Trêmsê li parêzgeha Hamayê roja Pêncşemê. Çalakvanan komkujîyek li gund ragihandin, lê peyvdarekî hikûmetê got tenê du sivîl û 37 kesên çekdar di operansya berevanî de hatin kuştin, wekî Şamê bi nav kir. Ji ofîsa Dengê Amerîka ya Rojhilata Navîn, Margeret Basheer radigihîne ku çavdêrên N.Y. roja Yekşemê li Trêmsê bûn jibo lêkolînkirina bûyeran.
Çavdêrên Leşkerî û sivîl yên N.Y. bo roja duwê Yekşemê derbasî Trêmsê bûn, jibo hewildana piştrastkirina raporên çêbûna operasyoneke leşkerî li ser gund. Şandeya çavdêrîya N.Y. roja Şemîyê piştrast kir ku êrîşek bi çend rengên çekan pêk hatiye, ku di nav de mûşek û tankan hebûn.
Di konferanseke rojnamevanî de roja Yekşemê li Şamê, Peyvdarê Wezareta Derve ya Sûrîyê Jîhad Makdisi red kir ku artêşê tank û heîkopter û çekên giran bikar anîye jibo armanckirina bajarokê Trêmsê.
Makdisi dibêje rast e komkujî hebû, tiştê çê bû ne êrîş bû li ser sivîlên bêsûc lê belê şerek bû navbera hêzên hikûmetê û grûbên çekdar bû.
Peyvdara Şandeya N.Y. li Sûrîyê Sawsan Ghosheh got, çavdêr tenê tiştê ku dibînin û piştrast dikin radigihînin.
Ghosheh dibêje, dema ew çûn nav Trêmsê wan êrîşek dît ku diyar bû grûbên taybet kiribû armanc û bi giştî malên çalakvanan û kesên ji artêşê veqetîyayî. Ew dibêje, çawa êrîş hatiye kirin û kê destpê kiriye, ew tiştekî ku nikarin nuha piştrast bikin.
Serekê şandeya N.Y. General Robert Mood roja Înê got tîmeke wî ku li derveyî Trêmsê hatibû danîn, piştrast kir ku helîkopter li ezmanan hebûn û hêzên hikûmeta Sûrîyê li derdora gund amade bûn.
Roja piştî wê, dema ku agirbestek hate piştrast kirin, grûbeke çavdêrên N.Y. gerek li nav gund pêk anîn û ragihandin ku golên xwînê li her deverê peyda dibû ligel tûrikên gulleyan. Wan herwiha dibistaneke şewitandî dîtin ligel çend malên wêranbûyî ku pênc ji wan ji hundir de jî şewitîbûn.
Tîma N.Y. hîn dixebite jibo jimara qurbanîyan piştrast bike.
XS
SM
MD
LG