Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerem Yûsiv: Gelek Dewlet Alîkarî Didin Serhildayên Sûrî


Çekdarên opozîsyona Sûrî
Hin jêderên Amerîkî ji medyaya rojavayî re ragihandin ku Serok Barack Obama waxtekî zûtir ya vê salê daxwaz ji Ajansa Agahî ya Navendî (CIA) û ajansên din yên Amerîkî kiriye ku piştgirîya serhildayan bikin.

Li dema şerê navbera rejîm û opozisyonê li bajarê Heleb'ê berdewam dibe, gelek pispor dibêjin îstixbaratên gelek welatan di alozîya li Sûrîyê de beşdar in.

Di vê derbarê de Dengê Amerîka hevpeyvînek ligel rojnamevan Kerem Yûsiv pêk anî. Birêz Yûsiv bawer dike gelek welat bi ajans û sîxorên xwe li Sûrîyê xebata xwe dikin.

Birêz Yûsiv her wiha dide zanîn ku şerê ku niha li mezintirîn bajarê Sûrîyê, li Heleb'ê, çêdibe reng e bibe qonaxa dawî ya mayîna rejîma Esed.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka dengî ya destê çepê klîk bikin.
XS
SM
MD
LG