Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer Li Nav Helebê Xurtir Dibe


Leşkerê Sûrîyê roja Yekşemê êrîşên xwe bo ser çeperên serhildayan li bajarê Helebê li bakura welatî berdewam kirin û deverên serhildayan bi helîkopteran bi giranî top û gulebaran kirin.

Heleb bajarê herî mezina Sûrîy wê bûye meydanek serkî ya şerî di serhildana nêzîk salek û nîvê de li dijî hikûmeta Serok Beşar el Esed.

Li gor raportan hêzên hikûmetê berî wextê dihat pêşbînîkirin êrîşek mezin bike ser Helebê dest bi kar bûye.

Ji layek din ve, Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton tê çaverêkirin Şembîya bihêt seredana Tirkîyê bike bi merema gotûbêjkirina rewşa Sûrîyê ku diçe û xiraptir dibe.

Wezareta Derveya Amerîka ew ragehandine roja Yêkşemê belav kir li demekê de Clinton di seredana xwe de bo Afrîqa li Malawî ye.
XS
SM
MD
LG