Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Erdhejan li Îranê Bi Sedan Kuştî Li Pey Xwe Hêlan


Karbidestên Îranê dibêjin du erdhejên bihêz li bakura-rijavaya welatî bûye egera kuştina layê kêm 300 kesan û birîndar bûna pitirî 2,000 kesên din.

Ew du erdhej bi qaweta 6.4 û 6.3 pileya rixter roja Şemîyê piştî nîvro yek 11 xolekan piştî ya din çêbûn.

Çendîn gundên derdora bajarê Tewrêzê wêran bûne, li demekê de gelek avahîyan jî bi tundî zarar pê gehiştîye.

Bi dehan paşhejîyanên din ew herêm girtin ber xwe, bûne eger bi hezaran kes bi şev dervey malên xwe bimînin.

Tîmên bi hawarçûnê hêşt li nav avahîyên heriftî de li pey qurbanîyan digerin. Û karbidest pêşbînê diken hijmar qurbanîyan zêdetir bit.

Rêkistîya alîkarîya Heyva Sor dide zanîn wê serpenahên demê tengavîyê bo hezaran kesan desteber kirîye û alîkarîyên pitir jî rewane dike.
XS
SM
MD
LG