Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erdhejên Îranê de 250 Kes Hatin Kuştin


Erdheja Îranê

Herdu erdhejên bi hêza 6.4 û 6.3 tenê çend deqeyan piştî hev pêk hatin ku di encama wê de çend gundên nêzîkî bajarê Tebrîz ji binî de xirab bûn û hindekên din jî bi ziyan dîtin.

Tîmên rizgarîyê hîn li qurbanîyên li nav avahîyên ketî digerin piştî du erdhejên xurt li bakur rojavaya Îranê da û bi kêmanî 250 kes kuşt û 2600 kesên din jî birîndar kir.

Herdu erdhejên bi hêza 6.4 û 6.3 tenê çend deqeyan piştî hev pêk hatin ku di encama wê de çend gundên nêzîkî bajarê Tebrîz ji binî de xirab bûn û hindekên din jî bi ziyan dîtin.

Amerîka roja Yekşemê alîkarî û sersaxî pêşkêşî gelê Îranê kir. Daxuyanîya Koşka Sipî bi navê “gelê Îranê” bû û got ku Amerîka amade ye ku di demên dijwar de alîkarîyê pêşkêş bike. Daxuyanîyê behsa hikûmeta Îranê nekir.

Civaka alîkarîyê ya Xaça Sor dibêje wê heta nuha xanîyên awarte daye bi hezaran kes û nuha bêtir amadekarîyan ji wan re dişîne.
XS
SM
MD
LG