Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Rûsî Du Sal Cezayê Zindanê Dide Endamên Koma Pussy Riot


Endamên Pussy Riot Nadezhda Tolokonnikova, Maria Alyokhina û Yekaterina Samutsevich
Dadgeheke Rûsî 3 endamên jin yên koma Pussy Riot ya muzîkê sûcdar dît û cezayê du salan zindankirinê da endamên komê, bi sedema ku wan stranekê ku heneka xwe bi Serokê Rûsî Vladimir Putin dikir, strandine.

3 endamên komê, cezayê ku li wan hate birîn, bi rûkenî pêşwazî kirin. Wan got, armanca wan ne bêrêzî li dêrê bû, lê wan xwest ku balê bikşînin ser têkîlîyên pir nêzîk ya navbera Dêra Ortodoks û desthilata sîyasî.

Hate ragihandin ku li salona dadgehê gelek temaşevan hebûn û bi sedan kes jî li dervayê avahîya dadgehê civîyabûn. Pişkek ji şenîyê derve, biryara dadgehê protesto dikir û pişkekê din jî bi diruşm û sloganan piştgirîya biryarê dikir.

Di nav piştevanên koma Pussy Riot de bizavkarên navdar yên wek rêberê opozîsyona çepger Sergei Udaltsov û şampîyonê berê yê kişikê (satranc) Garry Kasparov jî hebûn ku wekî rexnegirên tund yên Serokê Rûsî Vladimir Putin tên nasîn.

Hate ragihandin ku polîsên Rûsî jimareke xwepêşandêrên ber dadgehê binçav kirin.

Dozger hefteya borî anîbû pêş dadgehê ku 3 stranvanên jin bi pêşkêşkirina wê stranê hem dêr biçûk kirine, hem jî kesên ku têne wê derê bûçûk kirine.
XS
SM
MD
LG