Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Nû yê NY Dikare Çi li Sûrîyê Bike?


Lexder Brahîmî serê Êlûnê dest bi karê xwe li Sûrîyê dike
Lexder Brahîmî serê Êlûnê dest bi karê xwe li Sûrîyê dike
Karê çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê bi fermî roja 19ê Tebaxê bi dawî bû. Pispor bi haydarî li rewşa heyî dinêrin, bi taybet piştî dest vekêşana nûnerê berê yê NY Kofî Annan ji karê xwe. Destnîşankirina Lexder Brahîmî wekî nûnerê nû gelek pirsan bixwe tîne holê.

Li alîyekî çavdêr bi serneketin, ku Annan bixwe ev yek pênasîn kir û li aliyê din şerê tund li bajarê Helebê û derdora Şamê roj bi roj gurtir dibe.

Nuha pirsa mezin ew e; gelo çi li cem nûnerê hatiye destnîşan kirin, Brahîmî heye ku civaka navneteweyî, di nav de Amerîka, bi xurtî piştgirîya wî dike? Rojnamevan Sîrwan Hecî Berko li Berlînê aliyekî ji bersivê dide.

Lê ne ev tenê sedem e ku civaka navneteweyî piştgirîya nûnerê nû digire. Li gorî birêz Ramî Nexlê, yê ku ligel Enstituya Amerîka ya Aştîyê anku USIP kar dike, gelek sedemên din hene ku civaka navneteweyî dixwaze ji hebûna dîplomatekî navneteweyî li Sûrîyê sûdê bigire û nameyên xwe bigihîne rejîma Esed.

Birêz Nexlê dibêje di nêrîna wî de civaka navneteweyî Lexder Brahîmî ne jiber kesayetîya wî bo Sûrîyê destnîşan kiriye, lê belê jiber ku ew dixwazin vê kesayetîyê bikin wekî peyamnêrekî li Şamê ku alava peywendîyê be li navbera wan û hikûmeta Sûrîyê. Ramî Nexlê pêdiçe û dibêje ku jiber nuha piranîya welatan balyozxaneyên xwe li Sûrîyê girtine, ew dixwazin ku Brahîmî bibe nûnerê wan. Nexlê bawer dike kesên wekî Brahîmî û berî wî jî Kofî Annan, ji her alî ve tên qebûlkirin, jiber ku ew rîspî ne û her kes bawerîyê bi wan tîne.

Destpêka ku hate destnîşan kirin, Lexder Brahîmî got ku ewê hemû bizav û hewildanan bike da ku şer û tundûtûjîyê li Sûrîyê rawestîne. Ma gelo alavên wî yên rawestandina şer çi ne? Ahed al-Hendî, berpirsê programa Erebî li rêxistina cyberdissidents.org bersiva vê pirsê dide.

Al-Hendî dibêje rejîma Sûrîyê nêt tune ye ku şer rawestîne. Ji roja yekê ku şoreşa Sûrîyê destpê kir, rejîma Sûrîyê hemû bangên dîyalogê red dike. Dema ku Beşar Esed sala 2000an jî hate ser desthilatê, banga opozisyonê jibo dîyalogê red kir û bi ser de jî hemwelatî zindan kir û kuştin destpê kir, wekî çawa li Qamişlo û Seydnaya kuştin pêk hatin. Ahed al-Hendî dibêje nuha helbet rejîmê asta kuştinê bilindtir kiriye, piştî ku şoreş li seranserî Sûrîyê belav bûye, jiber wê jî Lexder Brahîmî nikare kuştinê rawestîne.

Lê jibo çi civaka navneteweyî çareserîyeke din pêşniyar nake li dema ku ew dizane ev karê diplomatîk li Sûrîyê bi sernakeve? Ahed al-Hendî çend xalan dide pêş.
Birêz el-Hendî dibêje kêşeya herî mezin rêberbirîya Amerîka ye, Obama naxwaze ti destkarîyê li Sûrîyê bike jiber çend sedeam. Yek ji wan ew e ku Obama hewil dide Amerîka bike dewletek ku maytêkirina welatên din nake. Ya din jî ew e ku hilbijartinên serokatîya Amerîka meha 11ê lidar dikevin, jiber wiha Obama naxwaze bi maytêkirina Sûrîyê îhtîmalên serkeftina xwe têk bibe.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê nû bi fermî serê meha Êlûnê anku piştî bîst rojan dest bi karê xwe li Sûrîyê dike. Tenê wê çaxê dê ev pêşbînî hemû bibin rastî an jî dê her wek xwe bimînin.
XS
SM
MD
LG