Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Heftiyekê de 10,200 Penaberên Sûrî Revîne Urdunê


Penaberên Sûrî li ser sînorê navbera Sûrîye û Tirkîyê.
Penaberên Sûrî li ser sînorê navbera Sûrîye û Tirkîyê.
Ajansa mişextan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, UNHCR, radigihîne ku hejmara penaberên Sûrî li Urdunê zêde dibe û bitenê li heftiya bihurî 10,200 penaber revîne Urdunê.

Peyvdara UNHCR Mesissa Fleming dibêje ku herî kêm 22,000 penaberên Sûrî li kampa Zaatrî li bakurê Urdunê dimînin û piraniya wan xelkê Daraayê ne.

Fleming herwiha dibêje ku bitenê li 24 demjimêrên bihurî bi kêmî ve 3,000 penaberên Sûrî revîne Tirkîyê.

Li gor UNHCR, dibe ku serjimara penaberên Sûrî li Tirkîyê ji 200,000 kesan derbas bibe.
XS
SM
MD
LG