Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed: Hikûmeta Me Şerekî Herêmî û Cîhanî Dike


Serokê Sûrî Beşar Esed di televîzyna dewletê de dipeyîve. Şam, Tebax, 29, 2012
Serokê Sûrî Beşar Esed di televîzyna dewletê de dipeyîve. Şam, Tebax, 29, 2012
Serokê Sûrîyê Beşar Esed roja Çarşemê got ku hikûmeta wî şerekî herêmî û cîhanî dike. Wî dîyar kir ku jibo têkbirina şerê dijî wî û şikandina serhildayên dijî hikûmetl bêtir waxt pêdivî ye.

Axaftinên Serokê Sûrîyê li vê demê hatin ku şerê navbera serhilda û hêzên hikûmetê careke din destpê bûn, li nêzîkî firokxaneya Teftenaz ya navbera Heleb û Îdlibê.

Teftenaz ku di bin êrîşên rojane yên hikûmetê ye, çend caran bûye armanca êrîşên serhildayan ku li navbera her du bajaran bicîh bûne.

Di beşekî ji hevpeyvîna wî de ligel televîzyona Dunya ya Sûrî ku wê Çarşemê bi temamî were weşandin, birêz Esed rewşa heyî wekî “baştir” binav kir. Wî lêzêde kir û got kêşeya heyî hîn bi tevahî nehatiye çareser kirin.

Rêberê Sûrî ku soz daye serhildayên, bi gotina wî “terorîstên îslamî” têk bibe, pesna hêzên artêş û ewlekarîyê da, jibo “karên wan yên qehremanî” da.

Esed herwiha nerîna avakirina herêmên parastî yên mirovahî li nav axa Sûrîyê wekî ne rastbîn da zanîn.
XS
SM
MD
LG