Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Misirê Operasyona li Sîna'yê Didomîne


Ajansa nûçeyan ya dewletê li Misirê dibêje, artêşa Misirî ê di meha borî de, wekî bersîva jibo kemîna 5’ê Tebaxê ya li ser leşkerên Misirî, 11 mîlîtan li nîvgirava Sîna ya nearam kuştine.

Ajansa nûçeyan ya dewletê, MENA’yê li ser zarê karbidestekî leşkerî ku nexwest navê xwe bide, derengî Sêşemê ragihand ku operasyona bi navê “Sîper” hîn dewam dike.

Ajansê her wiha da zanîn ku hêzên Misirî ji derdora bajarok û deverên ligel Kerta Gaza û Îsraîlê re têne veguhastin ku ew der wekî veşartgeha radîkalên Îslamî tê zanîn.

Serbazekî Misirî got, ewê şerê dijî terorîstan li devera Sîna dom bikin.
XS
SM
MD
LG