Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baydemir: Rêya Çareserîya Pirsgirêka Kurd Ew e Her Du Alî Dest ji Çekan Berdin


Di çarçova 1 îlonê Roja Aşitîya Cîhanê de li Dîyarbekirê, li Qada îstasyonê bi navê “Jibo Aştiyeke bi Rûmet û Demokrasî” mitingek hat lidarxistin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Dîyarbekirê Osman Baydemir carek din banga tifaq û yekitî kir. Şaredar Baydemir got “şer, pevçûn, kuştina leşker, polîs, gerîlayan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne çareserî ye, tekane rêya çareseriya pirsgirêka Kurd ew e ku herdû alî bi hev re dest ji çekan berdin.

Baydemir weha dewam kir “Hûn li ku dixwazin, li Enqereyê, li Dîyarbekirê, li Osloyêi firq nake, bila maseya muzakereyê carek din bê danîn. Çareserî di muzakereyê de ye, diyalogê de ye. Çareserî di dayîna statûya kurdan de ye. Ev statû heqê kurdan e û qasî şîrê dayikê li wan helal e.”Nursel Aydgan destnîşan kir çareser ya pirsgirêka kurd Ocalan e û heta ku ew neyê famkirin, aşitî bidest nakeve û ev mesele jî çreser nabe. Aydogan got ger îrade, cesaret û dexwaza hikumetê hebe pirsgirêka kurd di rojekide jî çareser dibe.
Ji aliyê dinê va li Stenbolê li Qada Qadikoyê jî mitinga 1’ê îlonê hat lidraxistin.

Hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş li li mitinga İstanbolê destnîşan kir ku serokwezîr her carê bi rakirina mafê destnedana parlamenterîyê gefa li wan dixwe. Hevserokê BDP got "em 550 parlameneter in, bila destnedana me hemûyan rakin, yên ku ranekin namerdin.”

Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê raportê bikin:

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG