Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Helebê Bomberan Dikin, Bi Dehan Kuştî Hene


Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê herî kêm 19 kes kuştin ku 7 ji wan zaro ne, dema wan taxên Helebê yên bin kontrola serhildayan topbaran kirin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan îro Çerşemê ragihand ku 1 sîvîl li taxa Bostan El Qasr ya başûr hate kuştin û herwiha termên 9 kesan li deverên Marjeh û Hanano hatin dîtin.

Grubên din yên rikeber dibêjin, hejmara kuştîyan li bajarê Helebê ya xwedîyê girîngîya stratejîk zêde ye û dora 43 kes hatine kuştin.

Lê, Dengê Amerîka nikare bûyerên li ser erdê diqewimin piştrast bike, jiber ku hikûmeta Sûrî nahêle ku rojnamevanên navnetewî herie wî welatî û bûyeran li cîhê xwe bişopînin.
XS
SM
MD
LG