Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Barack Oabama bi Fermî Berbijarê Partîya Demokrat e


Vice President Joe Biden and President Barack Obama wave to the delegates at the conclusion of Presdident Obama's speech at the Democratic National Convention in Charlotte, N.C., Sept. 6, 2012.
Vice President Joe Biden and President Barack Obama wave to the delegates at the conclusion of Presdident Obama's speech at the Democratic National Convention in Charlotte, N.C., Sept. 6, 2012.
Serokê Amerîka Barack Obama do êvarê, berbijarîya partîya xwe bi fermî qebûl kir. Birêz Obama ji hilbijêrên Amerîkî re got, dema ew li meha Mijdarê herin ser sindoqan, li ber wan bijareyeke zelal heye.

Serok Oabama êvara Pêncşemê di Kongreya Partîya Demokrat de, li bajarê Charlotte ya North Carolina bi diruşma “4 salên din” derket ser dîkê. Wî ji Amerîkîyan re got, “çareserkirina kêşeyên welêt dê çend salên din bikşîne. Dibe ku rêya ku em pêşnîyar dikin dijwartir be, lê ew dê welatê me bike cîhekî baştir.”

Birêz Obama her wiha got, ew daxwaz ji Amerîkîyan dike ku piştevanîya polîtîkayên wan yên wek hilberîn, enerjî, perwerde, ewlehîya netewî û kêmahîya budceyê bikin da ku karên nû werin afirandin, delîveyên nû peyda bibin û ekonomîyeke xurtir ava be.

Axaftina birêz Obama 9 hefte berî hilbijartina seroktîyê tê ku li 6ê meha 1 Mijdarê tê kirin. Li gorî pirsnameyên civakî, dengên Barack Obama û hevrikê wî yê Komarî Mitt Romney gelek nêzîkî hev in.

Xanima Yekê Michelle Obama û du qîzên serok Malia û Sasha, ligel Cîgirê Serok Joe Biden, hevjîna wî Jill û endamên din yên malbatê, tev li Serok Barack Obama bûn, piştî ku wî axaftina xwe bi dawî anî. Girseya nav salonê alên Amerîkî û pankartên “Herne Pêş” bilind kirin.
XS
SM
MD
LG