Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştina Doza Kuştina Leşkerê Ermenî Balikçi li Dîyarbekirê Pêk Hat


Rûniştina doza kuştina leşkerê Ermenî Sevag Şahîn Balikçi, roja Înê li Dadgeha Leşkerî ya Dîyarbekirê hat dîtin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku xortê Ermenî Sevag Balikçi, dema ku li Batmanê wazîfeya xwe ya leşkerîyê dikir, di 24 meha Nisana 2011’an de bi guleya leşkerê Tirk Kivanç Agaoglu hat kuştin. Di rûniştina yekê de dadgehê, bi qirara ku “bi şaşî hatîye kuştin” qasidê Sevag Balikçi serbest berda.

Berîya dozê, endamên Hewildana Nor Zartonkê li hember nivîsingeha artêşê daxuyanîyek da û gotin “çiqas manedar e ku yên ku li leşkerîyê bi şaşî tên kuştin yan xwe dikujin, yan Kurd, yan Ermenî yan jî Alevî ne."

Parlamenterê BDP'ê yê Dîyarbekirê Altan Tan jî destnîşan kir ku doza Sevan Balikçi nîşaneya îhlala maf û adaletê ye.

Parlamentera BDP ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî di derbarê dozê de got “em dizanin ku kuştina leşkeran li leşkerîyê encama nîjadrperestîyê ye, jiber ku gelek karbidest bi gotin û hewildanên xwe li hemberî netew, ol û bawerîyên cuda tovên neyartîyê direşînin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG