Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlamentoya Îranê Serdana Xwe bo Kanadayê Hilweşand


Elî Larîcanî.
Elî Larîcanî.
Ajansa nûçeyên Fars ya Îranî ragihand ku serokê parlamentoya Îranê serdana xwe bo Kanadayê hilweşand, piştî hikûmeta Kanadî tekelîyên diplomatîk bi Tehranê re ragirt.

Ajansa Fars roja Şembî ragihand ku Elî Larîcanî biryar da ku li kombûneka parlamenterên cîhanê amade nebe, ku biryar e li meha 10 li Kanadayê bê lidarxistin.

Hikûmeta Kanadî roja Înî biryar da ku balyozxana xwe li Tehranê bigire û ferman da diplomatên Îranê ku li Kanadayê nemînin.

Herwiha Serokwezîrê Kanadî got ku Îran Îro gefa herî mezin e bo ser aştî û tenahî ya cîhanê.
XS
SM
MD
LG