Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitt Romney Soz Dide Bingehên Plana Obama ya Saxlemîyê Bihêle


Mitt Romney û Barack Obama
Mitt Romney û Barack Obama
Berbijarê Komarî jibo serokatîya Amerîkayê Mitt Romney dibêje, ewê çend beşan ji plana Serok Barack Obama ya saxlemîyê bihêle, tevî ku wexteke zûtir soz dabû ku hemû qanûnê rahêje eger ew hate hilbijartin.

Birêz Romney di progama roja Yekşemê ya televizyona NBC de got ku plana saxlemîyê, ku bi navê Obama hatiye nasîn, bi ya xwe ve biguhere.

Lê Romney got, ku wekî plana birêz Obama, ewê jî piştrast bike kesên xwedî nexweşîyên kevin û kesên genc yên di bin 26 salî re werin parastin. Wî dest nîşan kir ku ev tişt her wiha di plana wî de hebû dema ew fermandarê wîlayeta Massachsetts bû.

Di heman demê de, Serok Obama gera xwe ya li wîlayeta Florida ya piştî Kongreya Partîya Demokrat dewam kir. Florida wekî wîlayeteke girîng tê di dengdanê de tê dîtin.
Serokê Amerîkayê bi tundî rexne li plana hevrikê xwe kir û got ku stratejîya Komarîyan ya saxlemîyê jibo kesên temen mezin dê ziyanê bigihîne paşeroja xaneşîn û kesên ku nikarin kar bikin.
XS
SM
MD
LG