Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Besam Mustefa: Lexder Brahîmî Tiştekî li Sûrîyê bi Ser Naxe


Nûnerê navnetewî Lexder Brahîmî vê hefteyê berê xwe dide Şamê
Nûnerê navnetewî Lexder Brahîmî vê hefteyê berê xwe dide Şamê
Li ber e, nûnerê nû yê Neteweyên Yekbûyî, Lexder Brahîmî, di serdana xwe ya yekê de berê xwe bide Sûrîyê ku ev heşt meh in tundûtûjî lê dom dike.

Birêz Brahîmî, piştî ku ew wekî nûnerê taybet bo Sûrîyê hate destnîşan kirin, eşkere kiribû ku karê wî bo peydakirina aştîyê li Sûrîyê dê gelekî zehmet be.

Di hevpeyvînekê ligel Dengê Amerîkayê de, birêz Besam Mustefa, rojnamevanê Rûdawê, dibêje ku nûnerê nû ti nîşanên geşbînîyê heta nuha nedaye.

Birêz Mustefa her wiha dide zanîn ku helwesta Cezayîrê ji Sûrîyê neyênî ye. Ev jî, li gorî nêrîna wî, dê bandora li helwesta birêz Brahîmî bike, ku ew bixwe jî Cezayîrî ye.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna ligel Besam Mustefa, ji kerema xwe lînka dengî ya destê çepê klîk bikin.
XS
SM
MD
LG