Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR Banga Nêzîkî $500 Mîlyon Dolar Alîkarî jibo Penaberên Sûrî Dike


Penaberên Sûrî
Penaberên Sûrî
Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dibêje, heta 700.000 Sûrî dikarin heta dawîya vê salê ji welatê xwe yê qada şer derkevin û herin welatên din.

UNHCR roja Pêncşemê banga nêzîkî $500 mîlyon dolaran kir ku alîkarîya hejmara zêdebûyî yên penaberan bike ku xwe dispêrin Lubnan, Îraq û Tirkîyê.

Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî dibêje, navbera 2.000 û 3.000 rojane ji sînorê derbaz dibin û ji meha Adarê vir ve, rêjeya penaberên tomarkirî û yên ku li benda tomarkirinê ne, 600 ji sedê zêde bûne.
XS
SM
MD
LG