Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêla Şer Digihêje Herêma Kurdan li Sûrîyê: 8 Kuştî li Qamişlo


Pêla şerê navxweyî li Sûrîyê roja Yekşemê gihişte herêma bakur rojavaya Sûrîyê ku piranî Kurd lê dijîn. Di encama bombeya li ser otomobîlekê de çend kes di êrîşeke bêhempa de li bajarekê Kurd li Sûrîyê hatin kuştin, ku li ser tixubê Tirkîyê ye.

Medya dewleta Sûrîyê got ku bi kêmî ve çar kes di teqîna li Qamişlo de hatin kuştin, li dema ku rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanyayê got ku êrîşê heşt endamên hêzên ewlekarîyê li rex navendeke ewlekarîyê kuşt.

Ev cara yekê ye ku êrîşek ji vî rengî li herêma Kurdan pêk tê ji dema ku serhildana Sûrî dijî desthilata dîktator ya Beşar el-Esed berî 18 mehan destpê kiriye. Kurdên Sûrîyê heta radeyekê ji dereveyî nakokîyê mane.

Jimara kuştîyan li bajarê Qamişlo bi awayekî serbixwe nehatiye piştrastkirin, jiber ku hikûmeta Sûrîyê rê li ber rojnamevnên navneteweyî digire ku ji Sûrîyê ragihînin.

Her li roja Yekşemê, şerê navbera hêzên rejîma Esed û serhildayan li bajarê Helebê berdewam kir. çalakvanên Sûrî ragihandin ku leşkerên Sûrî êrîş birine ser deverên li bin destên serhildayan. Çalakvanan herwiha gotin ku serhildayan jî êrîşî Bingeheke leşkerî li devera Neyreb kirin.
XS
SM
MD
LG