Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: 20 Kes li Başûra Sûrîyê Hatin Kuştin


Komeleka Opozisyona Sûrîyê radigihîne ku bi sedema teqînan roja Sêşemê li parêzgeha Dara 20 kes hatin kuştin.

Di daxuyanîyekê de bo Dengê Amerîka, komeleya Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan ragihand ku pevçûn û topbarankirin li seranserê Sûrîyê qewimîn, ji Darayê li başûr heta Helebê li bakura welatî.

Ajansa nûçeyan ya ser bi rejîma Sûrî, SANA, ragihand ku “hejmareka teroristan” ji layê hêzên hikûmeta Sûrî ve li Helebê hatin kuştin û kargehên çêkirina bombeyan hatin jinavbirin.

Hevdem, çekdarekê Kurd hate kuştin dema leşkerên Tirk li alîyê din yê sînorî teqe li wî kir.
XS
SM
MD
LG