Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abu Hemze li Amerîkayê Tê Dadgehkirin


Ebu Hemze El Mersrî.
Pênc bergumanên terorist di demê 24 demjimêran li dadgeha Amerîkî amade dibin, piştî Brîtanyayê ew berguman teslîmê Amerîkayê kirin.

Du balafirên Amerîkî demekê zû roja Şembî her pênc gumanbar gihandine Amerîkayê piştî Dadgeha Bilind ya Brîtanyayê fermana teslîmkirina wan pejirand.

Yek ji bergumanan oldarê Îslamî Abu Hemze El Mesrî ye.

El Mesrî bi çend xetayan hatîye tawanbarkirin, di nav de plandanan jibo avakirina kampeke teroristî li wîlayeta Oregon û revandina 16 kesan li sala 1998ê li Yemenê, ku du ji wan Amerîkî bûn.
XS
SM
MD
LG