Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romney û Obama Careke Din li Ohio ne


Berbijarê Komarî yê seroktîyê Mitt Romney îro dîsa li eyaleta Ohio ya destguherok (swing state) kempeynê bike, li vê demê ku pirsnameyên hilbijartinê nîşan didin ku ew gav bi gav nêzîkî hevrikê xwe Serok Obama dibe.

Pirsnameyên giştî yên hilbijartinê nîşan didin heme hema geheştiye Serok Obama, li vê demê ku ji mehekê kêmtir maye ku hilbijrtin pêk were.

Pisporên sîyasî hevbîr in ku zêdebûna piştgirîya jibo Romney rastexwe bi performansa wî ya xurt ya bi gotûbêja televîzyonî girêdayî ye.

Serok Barack Obama yê Demokrat jî îro Çarşemê li Ohio bû û li Zanîngeha Ohio State University ligel xwendkaran civîya.
XS
SM
MD
LG