Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan û Ahmedînejad li Baku Kom Bûn


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan bi serokê Îranî Mehmûd Ahmedînejad re kom bû, li perawêza civîna sereke ya Rêxistina Hevkarîya Aborî (ECO) li Azerbaycanê.

Wezîrê derve yê Tirkîyê Ahmet Avutoglu û berpirsên din di civîna roja Sêşemê de amadebûn ku kêmtir ji demjimêrekê berdewam bû û qeyrana Sûrîyê pirsa serekî ya wê civînê bû.

Piştî serhildana Sûrîyê, têkelîyên navbera Tirkîye û Îranê aloz bûn. Tirkîye piştgîrîya serhildayên Sûrîyê dike û Îran hevalbenda serekî ya rejîma Beşar El Esed e.

Li gor medyaya Tirkîyê, di kombûna navbera rêberên Tirkîyê û Îranê herwiha gotûbêj li ser pirsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê hatin kirin.
XS
SM
MD
LG