Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîmî: Agirbesta Kindemî li Sûrîyê Dikare Bibe Bingeha Agirbesteke Rastîn


Nûnerê aştî yê navnetwî Lexder Brahîmî îro Pêncşemê got, agirbesta kindemî ku wî pêşnîyar kirîye, dikane bibe bingeha agirbesteke rastîn li wî welatî.

Brahîmî li ber e di nav çend rojan de here Şamê da ku navbenkarîya sekinandina şer bike.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ereb Lexder Brahîmî îro Pêncşemê ji rojnamevanan re axîfî.

Birêz Brahîmî piştî hevdîtina xwe ligel Wezîrê Derve yê Urdunê got, navberdana dijminahîyan dikare bawerîyê ava bike û aştîyeke qayim û dirêjdemî bi xwe re bîne.
XS
SM
MD
LG