Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Gefa Êrîşekê Dijî Koreya Başûr Dike


Leşkerên Koreya Bakurî li yên Başûrî dinêrin
Leşkerên Koreya Bakurî li yên Başûrî dinêrin
Koreya Bakur gefa êrîşekê dijî Koreya Başûr kir, eger bizavkarên başûrî ji ser tixub, belavokên dijî Pyongyang bişînin.

Ajansa Nûçeyan ya Navendî ya hikûmeta Koreya Bakurî îro Înîyê ragihand ku Qumandarîya Enîya Rojava ya Artêşa Gelê Koreya Bakurî, bê hişyarî êrîşên tund li ser bajarê Phaju ya bakurê rojava Koreya başûr bike, eger bizavkar roja Duşemê balonên bi belavok bişînin ser Bakur.

Ajansa Nûçeyan ya Navendî ya Koreya Bakurî, hikûmeta Seol bi propogandaya sîyasî ya dijî wê tawanbar kir. Lê, Koreya Başûr red dike ku peywendîya wê bi vê bizavê heye.

Wezîrê Berevanî yê Koreya Başûrî Kim Kwan-jin got, eger êrîşek li dijî welatê wî pêk were, ew dê demûdest bersîva wê yekê bidin.
XS
SM
MD
LG