Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romney: Bernama Navokî ya Îran Xetera Herî Mezin e


Rêbaza derve ya Amerîkayê pirsa serekî ya rûbirûbûna dawî ya kandîdên serokatîya Amerîkayê bû.

Di wê rûbirûbûnê de, ku şeva Duşemê li Florida birêve çû, bal kişande ser Sûrîye, Îran, Îsraîl, Buhara Ereb, Çîn û pirsên din.

Dema pirsiyar li herdu kandîdan hate kirin derbarê xetera herî mezin jibo parastina niştîmanî ya Amerîkayê, Serok Barack Obama, kandîdê Partîya Demokrat, got ku komelên teroristî xetera herî mezin in.

Lê belê kandîdê Partîya Komarî Mitt Romney got ku bernama navokî ya Îranê xetera herî mezin e.
XS
SM
MD
LG