Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekonomîya Amerîkayê Berdewam Xurtir Dibe


Ekonomîya Amerîkayê di serdema Tîrmeh heta Îlonê de, 2 ji sedê xurtir bû. Mezinbûna aborîyê li serdema Nîsan heta Hezîranê di asta 1.3 ji sedê bû û loma jî pêzanîna nû wekî pêşketineke erênî tê dîtin.

Aborîzanên Amerîkî pêşbînî kirîbûn ku rêjeya xurtbûnê 1.8 ji sedê be.

Ekonomîya Amerîkayê ji mêjve hewil dide ku ji sistbûnên aborî yên 2008 û 2009’an rizgar be ku ji têkçûna herî xirab e ji Tengahîya Mezin ya sala 1930’an vir ve.

Pirtir jî 12 mîlyon xebatkar bêkar man û hewilên hikûmetê serneket ku bêkarîyê bîne xware.

Rewşa aborîya Amerîkî yek jî mijarên herî girîng ya hilbijartina seroktîyê ku li 6ê meha 11, Mijdarê tê kirin.

Serok Obama yê Demokrat dibêje, ekonomîya welêt ketîye rêya pêşveçûnê. Lê, hevrikê wî yê Komarî, karsazê dewlemend Mitt Romney jî dibêje, polîtîkayên wî dê bêkarîyê kêm bike û pêşveçûna aborîyê zûtir bike.
XS
SM
MD
LG