Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîmî Bang li Çînê Dike ku Bibe Beşek ji Çareserîya Krîza Sûrî


Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ereb Lexder Brahîmî bi Wezîrê Derve yê Çînê Yang Jiechi li Pekînê hevdîtinê dike.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ereb Lexder Brahîmî bi Wezîrê Derve yê Çînê Yang Jiechi li Pekînê hevdîtinê dike.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û yê Komkara Ereb jibo Sûrîyê, Lexder Brahîmî bang li Çînê dike ku bibe beşek ji çareserîya krîza 19 mehî ya Sûrîyê.

Lexder Brahîmî di kombûnekê de roja Çarşemê li Pekînê ji Wezîrê Derve yê Çînê Yang Jiechi re got, ew hêvî dike ku Çîn roleke aktîv di çareserkirina kêşeya Sûrîyê de bilîze.

Birêz Brahîmî bi geryaneke du rojan çûye Çînê, di hewildana wî ya herî dawî de jibo sekinandina şer. Ew demekî zûtir vê hefteyê ligel karbidestên Rûs jî kom bibû.

Çîn û Rûsya sê bernivîsên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî veto kirine ku dikarîbûn ceza li dijî hikûmeta Sûrîyê pêk anîbana.

Lexder Brahîmî banga agirbestekê li dema Eyda Qurbanê kiribû, lê hikûmeta Sûrîyê û serhilda rêkeftin bicî nanîbûn.

Li gorî ragihandina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan, şer roja Çarşemê berdewam kir, li dema ku hikûmetê êrîşên asmanî birin ser hinek deverên rojhilata Şama paytext.

Li heman demê, Komîteyên Hevrêzîya Xwecihî, ku komeke bizavkaran e, ragihand ku şerekî giran navbera leşkerên hikûmetê û endamên Artêşa Sûrî ya Azad li başûrê rojavaya Şamê pêk hat.
XS
SM
MD
LG