Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilberîna Afyonê li Burmayê Zêde Dibe


Zevîyên afyonê li eyaleta Shan ya Burmayê
Neteweyên Yekbûyî dibêje, hilberîna afyonê li Burma'yê jibo sala şeşan zêde bûye, tevî ku hikûmet hewil dide ku rê li ber wê gîhayê bigire ku di çêkirina eroyîn de tê kar anîn.

Raporteke salane ya Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê got, di encama bizavên hikûmetê de kulîlkên afyonê li 24.000 hektar zevî îsal hatin tune kirin, ku ew hejmar sê car ji ya sala berê pirtir e.

Lê, raport bal dikşîne ku dîsa jî zevîyên ku di hilberîna afyonê de hatine kar anîn 17 ji sedê anku 21.000 hektar zêde bûne.

Burma ku piştî Afganistanê welatê didoyan ya hilberîna afyonê ye, soz dabû ku heta sala 2014îan bi yekcarî dawî li hilberîn û kirîn-firotina vê madeyê bîne.

Raporta Neteweyên Yekbûyî şik û guman tîne ser soza Burma'yê jiber ku jiala 2006an vir ve, hilberîna afyonê sal bi sal zêde bûye, lê ti car hindik nebûye.

Raport her wiha dide zanîn ku jiber bazara mezin li Çîn û welatîn din yîn Asyayê, cotkarên xizan mecbûr dimînin ku bi çandina afyonê mijul bin.
XS
SM
MD
LG