Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer Jibo Kontrola Bingehê Esmanî yê Teftenaz li Sûrîyê Berdewam e


Çalakvanên Sûrî dibêjin ku hêzên opozisyonê û leşkerên hikûmetê şerekî jibo bidestxistina bingeheke esmanî li bakurê welêt dikin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku serhildayan roja Şemîyê êrîşek birin ser bingehê esmanî yê Teftenaz.

Çavdêrîyê herwiha got ku serhildayan roja Înî bajarokekî girîng li bakurê Helebê kontrol kirin, ku navendeke bihêz bû jibo hikûmetê li dijî serhildayan.

Komela mafên mirovan, bingeh li Brîtanyayê, ragihand ku hêzên ser bi Serok Beşar El-Esed bi temamî ji bajarokê Seraqib vekişîyane, cihê ku rêyên mezin navbera Heleb, Şam û berava Sûrîyê digihêjin hev.

Li gorî çalakvanan, bi kêmanî 28 leşker roja Pêncşemê di êrîşên ser xalên kontrolê de li deverê hatin kuştin, berî ku Seraqib bikeve bin kontrola serhildayan.
XS
SM
MD
LG