Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberekî Dijî Talîbanê li Pakistanê Hate Kuştin


Polîsên Pakistanê dibêjin ku serokê komîteyeke dijî Talîbanê di êrîşeke xwekujî de li bakurê rojavaya welatî hate kuştin.

Karbidestên polîsî dibêjin ku êrîşbirê xwekujî otomobîlek kire armanc ku rêberê komîteyê Fatih Xan têde bû.

Bûyer roja Şemîyê li devera Buner ya parêzgeha Xeyber-Pextunxwa pêk hat.

Sê zêrevan jî di wê êrîşê de hatin kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG