Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîkoptereke Artêşa Tirkîyê Ket û 17 Leşker Hatin Kuştin


Karbidestên xwecihî li başûrê rojhilata Tirkîyê dibêjin ku helîkoptereke leşkerî ket û di encamê de 17 kes hatin kuştin.

Fermandarê parêzgehê Ahmet Aydin got ku helîkoptera Sikorsky roja Şemîyê li Sêrtê hate xwarê.

Karbidestê Tirk got ku firoke li herêmeke çîyayî ket dema ku rewşa seqayê nebaş bû. Ti kes di bûyerê de nefilitî.

Aydin got ku lêkolînan destpê kirine da were zanîn çawa helîkopter hatiye xwarê.
XS
SM
MD
LG