Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tawanên Ceng Cezayê 2 Generalên Berê yên Hirvatî Pûç Dike


Gelê Hirvat bi biryara Dadgeha Tawanên Ceng ya derheqa Ante Gotovina û Mladen Markac pîrozbahî dike. Zagreb, Mijdar 16, 2012
Gelê Hirvat bi biryara Dadgeha Tawanên Ceng ya derheqa Ante Gotovina û Mladen Markac pîrozbahî dike. Zagreb, Mijdar 16, 2012
Dadwerên li Dadgeha Tawanên Ceng ya Yugoslavya'yê cezayê 2 generalên berê yên Hirvatî pûç kirin ku jiber tawanên Şerê Balkanan ya navbera sala 1991'ê heta 1995'ê ceza li wan hatibû birîn.

Dadgeha Lahey îro Înêyê cezayên Ante Gotovian û Mladen Markak pûç kir û her du general azad bûn.

Li sala 2011’ê, Gotovian bi 24 salan, Mladen jî bi 18 salan hatibû ceza kirin. Cezayê giran ku lin wan hatibû birîn, ji alîyê hikûmeta Zagreb'ê ve bi tundî hatibû rexne kirin.

Di dadgehkirina sala borî de, generalekî din yê bi navê Ivan Cermak jî hatibû azad kirin. Cermak vegerîyabû Zagreb a paytaxta Hirvatistanê û li wê derê ji alîyê Serkwezîrê welêt Jadranka Kosor ve hatibû pêşwazî kirin.

Biryara dadgehê ya roja Înîyê, pêşketina herî dawî ye girêdayî Operation Storm, ku êrîşeke Hirvatistanê ya li sala 1995’ê hatibû destpê kirin da ku komara Krajina ji bin kontrola Sirbîstanê derxîne.

Hatibû ragihandin ku Serokê berê yê Hirvatistanê Franjo Tudjman ku niha ne di jîyanê de ye, endamekî girîng bû di wê “operasyona tawankarî ya hevbeş” de.

Di wan êrîşan de bi sedan kesên sîvîl yên Sirbî hatibûn kuştin û bi hezaran kesên din dûrî warên xwe ketibûn.
XS
SM
MD
LG