Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Urdunê Pevçûn Navbera Piştevan û Dijberên Hikûmetê


Piştevanên Qiral Abdullah yê Urdunê roja Înîyê ligel xwepêşanderên dijî hikûmetê li paytexta welêt, Amman, ketin nav pevçûnan.

Polîs derbasî deverê bû piştî ku hate ragihandin, grupeke xwepêşanderan êrîşî piştevanên qiral li nêzîk meyda Wesfî al Tal kirine.

Ji roja Sêşemê de, polîs hewil dide ku bi hezaran xwepêşanderan kontrol bikin, ku li dijî zêdekirina nirxên gaza jibo xwarin û germkirinê derketine kolanan.

Di pevçûnan de, bi kêmanî yek kes hatiye kuştin û bi dehan kesên din birîndar bûne.
Heta nuha, Urdun dûrî serhildayên ku li welatên Ereban pêk hatibûn, bû û bûn egera xistina desthilatdarên demdirêj li Misir, Lîbya, Yemen û Tûnisê.
XS
SM
MD
LG