Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê, Yekîtîya Ewropa Rexne Kir Pênasînê bi Opozîsyonê Dike


Hikûmeta Sûrîyê bi tundî rexne li Yekîtîya Ewropayê kir, jibo pênasîna wê bi hevpeymanîya oposîzyona Sûrî ya nû hate damezrandin.

Rojnameya El Thawra ya ser bi hikûmetê ev hevpeymanîya nû bêqîmet kir û ew wekî zarokekî seqet yê nûçêbûyî binav kir.

Rûpela pêşî ji jimara roja Çarşemê ku wekî berdevkê hikûmetê kar dike, dibêje ku hemî “amelîyatên kozmetîk nabin alîkar ku ev cinewar (anku ev hevpeymanî) bibe tiştekî xweşik.”

27 wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropayê vê hefteyê di kombûna xwe ya mehane de pênasîn bi hevpeymanîya Sûrî ya nû kirîye.

Hevpeymanîya Netewî ya Hêzên Şoreşvan û Opozîsyona Sûrî 11’ê vê mehê li Qeterê hate damezrandin.

Amerîka fişar li opozîsyonê kiribû ku komeleke xurtir û bêtir yekgirtî ava bike da ku rê li ber hêzên îslamî yê radîkal bigire ku ew jî şerê Serok Beşar Esed dikin.
XS
SM
MD
LG